Macron dilgiraniya xwe gihand Erdogan
Serokê Fransayê Emmanuêl Macron dilgiranya xwe derbarê êrîşên Tirkiyê ser 'Efrînê gihande Erdogan
K24 – Navenda Nûçeyan
Derbarê êrîşên Tirkiyê ser 'Efrînê , her yek ji Serokê Fransayê û Rûsyayê ligel Serokomarê Tirkiyê axifîn.
Serokê Fransayê Emmanuêl Macron dilgiranya xwe derbarê êrîşên Tirkiyê ser 'Efrînê gihande Erdogan. Macron ji Serokomarê Tirkiyê re ragihand, ew ji dilgiraniyên Tirkiyê derbarê asayîşa sînorên têdigihe, lê herweha ji êrîşên bo ser Kurdan li 'Efrînê dilgiran e.
Piştre Erdogan, ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin jî, derbarê rewşa 'Efrînê axifî.