Amerika: Tirkiye planên xwe ji me re eşkere nake
Ligor jêderek ji desthilata Amerikayê, dewleta Tirkiye peyamên cewaz digihîne desthilata Amerikayê û naxwaze planên xwe yên deverê ligel Amerika parve bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Voice of America (Dengê Amerika) ragihand, ligor jêderek ji desthilata Amerikayê, dewleta Tirkiye peyamên cewaz digihîne desthilata Amerikayê û naxwaze planên xwe yên deverê ligel Amerika parve bike.
Ligor heman jêderê, wan pêwendî ligel Artêşa Tirk, Wezareta Derve û Serokomariyê danîn e û her yek ji wan peyamên cuda ragihandine Amerikayê.
Jêderê Amerikayî herweha dide xûyakirin ku, liser erdê xûya dike, ku Rûsya ê Tirkiye pêwendiyek berfereh pêkanîne. Firîn û bombardumana belafirên cengî yên Tirkiyê li devera Efrînê jî, wekî berhema vê pêwendiya Enqere û Moskow destnîşan kir.