RSF: Tirkiye daxwaza piştgiriya şer, ji medyayê dike
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) bi zimanek tund helwêsta desthilata Tirkiyê beramberî medyayê girêdayî Operasyonê Efrînê protesto kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) bi zimanek tund helwêsta desthilata Tirkiyê beramberî medyayê girêdayî Operasyonê Efrînê protesto kir.
Ligor RSF Serokwezîrê Tirkirê Binalî Yildirim, di pêvajoya Opreasyona Efrînê de 15 xal ji medyayê re destnîşan kirin e, ku medyaya Tirkiyê ligor wan tevbigere. Derveyî wê, kes û dezgehên Operasyonê rexne dikin, bi tade, sansur û girtinê re berbiçav tên, ev yek jî wekî binpêkirinek girîng a dijî azadiya medya, bîr û ramanê diyarkir.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) jî, bi heman egerê û girtina mirovan di çarçoveya parvekirinên wan di sosyal-medya de bi tundî rexne kir.
Berpirsiyara beşê Tirkiye ya Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Emma Sinclair-Webb, bi taybetî binçavkirin, tade û girtinên beramberî hevwelatiyên Kurd li Tirkiyê, wekî Operasyonek dijî demokrasiyê binav kir.