Tenduristiya Tirkiyê: 130 leşker û çekdar birîndar bûne

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Ahmet Demîrcan ragihand, di operasyona li dijî Efrînê de 130 leşker û çekdarên opozîsyona Sûriyê birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Ahmet Demîrcan ragihand, di operasyona li dijî Efrînê de 130 leşker û çekdarên opozîsyona Sûriyê birîndar bûne.

Demîrcan diyar kir, di nav birîndaran de kesên ku rewşa wan giran nîn e û heta niha 82 kes piştî dermankirinê ji nexweşxaneyan hatine derxistin.  Dermankirina 48 leşker û çekdarên arteşa azad berdewam dike. Herwiha di operasyonê de 3 leşkerên Tirkiyê û 11 çekdarên opozîsyona Sûriyê winda ne.

Ev amara Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê di demekê de ye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berî du rojan diyar kir, di şer û pevçûnan de 37 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.