Erdogan: Tevî fişaran jî, operasyon berdewam dibe

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, fişar li Tirkiyê tên kirin ku operasyona Efrînê bidawî were, lê ew vê operasyonê bidawî naynin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne, fişar li Tirkiyê tên kirin ku operasyona Efrînê bidawî were, lê ew vê operasyonê bidawî naynin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan digel serokên şaxên AK-Partiyê hat ba hev û di derbarê operasyona Efrînê de daxuyaniyên girîng da. Erdogan got, fişar li Tirkiyê tên kirin ku operasyona Efrînê bidawî were, lê ew ranawestin û dê biçin heta Minbicê jî. Serokomarê Tirkiyeyê eşkere jî kir ew gelek dilgiran in ku Amerîka pişta YPGê digire.

Ji aliyê xwe ve, Yekîtiya Bizîşkên Tirkiyê li dijî operasyona Efrînê derketibû banga aşitiyê kiribû. Erdogan li hemberî wê bangê nerazîbûnek tund nîşan da û got, Yekîtiya Bizîşkên Tirkiyê dildarê terorîstan e.

Tirkiye 7 roj in li dijî Efrînê operasyon bi rê ve dibe. Gelek welat ji ber operasyonê nîgeran in û dixwazin pirsgirêk bi danûstandinan were çareserkirin. Lê ji axaftinên Erdoganî diyar dibe kU şerê Efrînê dê demek din jî berdewam bike.

Li ser asta navdewletî karvedan li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê berfereh dibin. Her ye ji Fransa û Almanya ji bilî dilgiraniya wan, daxwaza rawestandina vê operasyonê kirin. Amerîka jî êrîşa li ser Efrînê bi şermezarî binav kiribû.