Çavuşoğlu: Amerika nikare waneya mafê mirovî nîşanî me bike

Çavuşoğlu got: Em dê wan fêr bikin, çawa pêwendiyê ligel Tirkiyê deynin! Em dê wan fêr bikin, rêzê li Tirkiyê bigrin!

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê  Mewlud Çavuşoglu li bajarokê Kepez girêdayî Çanakkale axifî û axaftinên dijwar hemberî Amerika kirin.

Çavuşoğlu got: Em dê wan fêr bikin, çawa pêwendiyê ligel Tirkiyê deynin! Em dê wan fêr bikin, rêzê li Tirkiyê bigrin! Tirkiye liber fişaran, tadeyan, gefan serî natewîn e. Em dê PKK û YPG li Efrînê wêran bikin!

Amerika babeta mafên mirovî tine pêş me. Kes nikare van waneyan bide me. Di cîhanê de baştirîn welatê xwe nêzîkî mafê mirovan dike Tirkiye ye.