Pêşverû: Ji ber êrîşên li ser Efrînê beşdarî kongirê Sochiyê nabin
Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) di konferanseke rojnemevanî de ragihand, ew tevlî kongirê Sochiyê nabin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) di konferanseke rojnemevanî de ragihand, ew tevlî kongirê Sochiyê nabin.
Partiya Pêşverû li bajarê Qamişlo di konferanseke rojnemevanî de aşkere kir, sê kesayetî ji partiya wan, Sekreterê Giştî Ebdulhemîd Derwîş û her du endamên polîtburoyê Ehmed Silêman û Ehmed Berekat ji bo kongirê Sochiyê hatine vexwendin.
Serkirdeyên Partiya Pêşverû dan zanîn, ji ber helwesta Rûsya ya derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ew beşdarî kongirê Sochiyê nabin.
Biryar e di 29, û 30'ê vê mehê de bi beşdarbûna nêzî 1600 kesî kongirê Diyaloga Niştîmanî li Sochiya Rûsyayê lidar bikeve û di dema êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin, piraniya hêzên siyasî yên Kurdî amaje bi beşdarnebûna di wê kongirê de dikin.
Ji 20ê vê mehê ve artêşa Tirkiyê dest bi operasiyona xwe ya leşkerî li dijî Efrînê kiriye. Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd Rûsya tometbar kir, ku esmanê Efrînê li pêş firokeyên şer ên Tirkiyê vekir û herêma Efrînê bombebaran kir.