HSD: Ti pêşketinên artêşa Tirkiyê tune ne

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kongirekî rojnamevanî bi mebesta pavekirina pêşhatên dawê yê li Efrînê lidar xist, Fermandariya Giştî ya HSDê aşkere kir, ta niha ti pêşketinên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê tune ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Eyn Îsa

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kongirekî rojnamevanî bi mebesta pavekirina pêşhatên dawê yê li Efrînê lidar xist, Fermandariya Giştî ya HSDê aşkere kir, ta niha ti pêşketinên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê tune ne.

Ji bo parvekirin dawî pêşhatên rewşa Efrînê, Fermandariya Giştî ya HSDê konferanseke rojnamevanî li bajarokê Eyn Îsayê yê ser bi Reqayê ve lidar xist, Peyvdarê Fermî yê YPG Nûrî Mehmûd ji K24ê re aşkere kir, bersivdayîna leşkerên Tirk û çekdarên opozîsyonê li derdora bajarê Efrînê berdewam e û ta niha artêşa Tirkiyê ti dever ji bin destê YPG dernexistiye.

Peyvdarê Fermî yê YPG Nûrî Mehmûd ji K24ê re wiha axivî: “Di encama bersivdayîna me de, paşvekşandin ji alî wan derket holê, ta niha ti pêşketina artêşa Tirkiyê di hundirê xaka Efrînê de tune ye, tenê li ser sînorê Efrînê şer heye û berxwedana hêzên me û gelê Efrînê heye.”

Berdevkê Fermî yê HSDê Kîno Gebriyêl diyar kir, şerê wan Ii dijî çekdarên opozîsyonê û artêşa Tirkiyê li ser sînorê Efrînê ye. Herwiha amaje kir ku hêzên HSDê li derdora bajarê Efrînê ji her çar aliyan ve belavkirî ne, lê firokeyên şer yên artêşa Tirkiyê di bombebarankirina deverên stratîjîk de berdewam e.

Berdevkê Fermî yê HSDê Kîno Gebriyêl ji K24ê re got: “Ta niha artêşa Tirkiyê ti dever kontrol nekirine, lê sînor derbas kirin û hêzên me jî tavahiya gund û bajarokên Efrînê girtine û me tevahiya êrîşên wan şikandine.”

Ji 20ê vê mehê ve artêşa Tirkiyê dest bi operasiyona xwe ya leşkerî li dijî Efrînê kiriye. YPG jî operasiyoneke berûvajî li derdora Efrînê bi mebesta şikandina êrîşên çekdarên opozîsyonê dest pê kir.