Erdogan: Sînorên me ji me re teng tên!
Erdogan> Sînorên fizîkî tiştek in, sînorên dilê me tiştek din in!
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di Kongreya Gencên AKP ê bajarê Kocaeli de amade bû û ragihand ku: Heta Efrînê em dê biçin, heta Idlibê em dê biçin!
Erdogan diyarkir: “Tê birêve biçe, Millet jî dê li pey te were. Em dê vê bikin. Tirkiye di tevayiya dîroka xwe de, li derveyî sînorên xwe jî berpirsiyarî û erk girtine ser milên xwe. Em vê misyonê didomînin. Sebr û aramiya me ji destwerdanên derveyî sînorên me neman. Kêr gihişte hestû! Sînorên me yên fizîkî tiştek in, sînorên dilê me tiştek din in. Li welatên deveran gava gul vedikin, li cem me berf dibare keko…
Kê ev sînor xêz kirin e ji min re teng tê keko! Erê çavê me di xaka kesî de tune ye, lê di sînorên dilê me de em nahêlin tade li brayên me were kirin!”