CHP pêşniyara rêkeftinê ligel rejîma Suriyê dike
Tezcan, pêwendiya rasterast ligel hukimeta Suriye baştirîn rê ji bo Tirkiyê destnîşankir
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Bulent Tezcan di kanala telewizyonî ya CNN Turk de diyarkir ku, pêwistiya Suriye bi aştiyeke mayinde heye.
Tezcan ji bo aştiya mayinde daxwaza hevdîtinê ligel rejîma Suriyê anî ziman, ku hukimeta Tirkiye dive pêngavek weha bavêje. Pêwendiya rasterast ligel hukimeta Suriye baştirîn rê ji bo Tirkiyê destnîşankir.