AKP: Artêşa Azad hêzeke mîllî û xwecihî ya Tirkiyê ye

Parlementerê Stenbolê yê AKP Burhan Kuzu, rexneyên tund li CHP girt, ku Artêşa Azad a Suriyê, wekî şaxek El Qaide destnîşankiribû

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Stenbolê yê AKP Burhan Kuzu, rexneyên tund li CHP girt, ku Artêşa Azad a Suriyê, wekî şaxek El Qaide destnîşankir.

Kuzu di twittera xwe de nivîsiye ku: “Daxûyaniya şermezar a CHP – Artêşa Azad şaxê El Qaide ye. Armanca CHP ew e ku, Operasyona Efrînê wekî hevbendiyek ligel rêxistina terorî El Qaide destnîşan bike. Artêşa Azad a Suriyê hêzek mîllî û xwecihî ye. Ev gel baweriyê bi derewên weha nayîne.”