11 Bijîşk li dijî operasyonê Efrînê bûn hatin girtin

11 Rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê bi hinceta li dijî Operasyona Efrînê derketibûn hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

11 Rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê bi hinceta li dijî Operasyona Efrînê derketibûn hatin girtin.

Îro berbangê polîsên dijîterorê bi ser malên Serok û Rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê de girtin û bi tohmeta bangeşekirina terorê, Serokê Yekîtiya Bizijşkên Tirkiyê Raşît Tûkel jî nav de 11 rêveberên wê rêxistinê desteserkirin.

Duh, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di derbarê 11 rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê de bi tohmeta ko dewleta Tirkiyeyê bêrûmet kirine û dijminahî xistine nav civakê lêpirsîna Efrînê vekiribû.

Berî niha Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê li dijî Operasyona Efrînê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, şer ji bo gel pirsgirêka tendûristiyê ye û divê şerê li dijî Efrînê were rawestandin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî ew wekî dildarên terorîstan tohmetbar kiribû.

Artêşa Tirkiyê roja 20ê vê mehê bi fermî operasyona leşkerî ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand, îro jî di roja 10emîn de berdewam e. di van 11 rojan de li gor amarên fermî nêzîkî 100 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetirî 200 kesî jî birîndar bûne.