Li Tirkiyê 572 parêzer hatine zindanîkirin

Şenal Sarihan: Piştî ragihandina rewşa awarte li Tirkiyê, 488 parêzer rastî tundî û êşkenceyê hatine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Parlamentera CHPê ya Enqerê Şenal Sarihan, di kongirekî rojnamevanî de, ragihand ku di rewşa awarte de, mafên dadgehkirina dadwerî tê binpêkirin û li ser karê parêzeriyê metirsiyeke mezin heye.

Şenal Sarihan diyar kir, piştî ragihandina rewşa awarte, 488 parêzer rastî tundî û êşkenceyê hatine û heya niha jî 572 parêzar hatine zindanîkirin û 79 parêzer jî hatine sizakirin.

Sarihan got jî: Mafên parêzeran bi peymanên navnetewî û netewên yekgirtî re hatine nîşankirin, lê desthilata Tirkiyê guhdariya peyman û pîvanan nake.