Sê serbazên Tirk li nêzîkî bajarê Etarib li Helebê hatin kuştin
Di encama teqîna otombîleke bombekirî bi karwanekî artêşa Tirkiyê ve li nêzîkî bajarê Etarib li rojavayê Parêzgeha Helebê 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna otombîleke bombekirî bi karwanekî artêşa Tirkiyê ve li nêzîkî bajarê Etarib li rojavayê Parêzgeha Helebê 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
Teqîn, barhilgirek ku otombîlên leşkerî li ser bûn û berê xwe dida rojavayê Helebê kire armanc û ew bi temamî hate şewtandin û serbazên di nav de jî hatin kuştin.
Piştî teqînê ew karwan vegeriya ser sînor û nêzîkî devera Telet El Îs bicih bû.
Duhî jî, heman karwanê leşkerî yê Tirkiyê ji aliyê balafirên artêşa Sûriyê hatibû bombebarankirin û rêya xwe jî gûhertibûn.