Erdogan daxwaza vekişîna hêzên Amerîkî ji Minbic dike

Erdogan: Ecindeyên taybet yên Amerîka li Sûryê, li dijî Tirkiyê û Îran hene û dibe ku ew ecinde li dijî Rûsya jî bin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di civîneke partiya xwe de got: "Ecindeyên taybet yên Amerîka li Sûryê, li dijî Tirkiyê û Îran hene û dibe ku ew ecinde li dijî Rûsya jî bin, lewra hêzên xwe li wan navçeyên ku di bin destên Kurdan de ne, bicih dike".

Serokê Tirkiyê got jî: "Heger Amerîka dibêje, wan 5000 kemyon û 2000 firokeyên barhelgir ji çek û teqemeniyan, ji bo şerê dijî DAIŞê li Sûryê, bicih kiriye, em jî wan gotinan bawer nakin. Ev tê wê wateyê ku ecindeyên taybet yên Amerîka li dijî Tirkiyê, Îran û Rûsya jî hene".

Daxuyaniyên Erdogan di demekê de ne, ku operasyona artêşa Tirkiyê li Efrînê ketiye roja xwe ya 18an de, li gorî zanyariyên meydanî, heya niha Tirkiyê nekariye armancên xwe pêk bîne û nekariye li bereyên cengê pêş bikeve û hêzên YPG berevaniyeke tund dikin.

Ji ber ku ji destpêkê ve Tirkiyê ragihandibû ku: "Armanca oprasyona "Şaxê Zeytûnê" ne tenê Efrînê ye û ewê heya bi Minbic ve berdewam bikin", lê Amerîka ne amade ye hêzên xwe ji Minbic bikşîne û Tirkiyê naxwaze serbazîn wê û yên Amerîka li wî bajarî rastî hev bên.