Bahçeli: Wekî Gûrê Boz dikarim canê xwe li Efrînê bidim
Rojnamevan Nevşin Mengu bersîva Bahçeli da: Gava tê ser gotinê, Maşallah her kes li rêza pêşî ye!”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Partiya Tevgera Nîjadperest (MHP) Devlet Bahçelî soz da dewlet û milletê xwe, ku “Amade me wekî Gûrek Boz (sembola nîjadperestên Tirk) ger pêwîst bike herim Efrînê û canê xwe bidim”.
Bahçeli diyarkir: “Gûr naşibe rovî. Bi sedhezaran Gûrên Boz amade ne herin Efrînê. Tirkiye ne vala ji van deveran re gotiye – Niştiman! Ez soz didim Millet û Dewletê ger pêwîst be diçim Efrînê û canê xwe didim”.
Rojnamevan Nevşin Mengu di twittera xwe de bersîva Bahçeli da: Gava tê ser gotinê, Maşallah her kes li rêza pêşî ye!”