Wezîra derve ya Swêdê dê seredana Tirkiyê neke
Ligor Radyoya Swêdê wekî helwêstek dijî kiryarên Tirkiyê li rojavayê Kurdistanê Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallstrom seredana xwe ya ji bo Tirkiyê hilweşand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor Radyoya Swêdê wekî helwêstek dijî kiryarên Tirkiyê li rojavayê Kurdistanê Wezîra derve ya Swêdê Margot Wallstrom seredana xwe ya ji bo Tirkiyê hilweşand.
Ligor bernameya Ekot a Radyoya Swêdê amadeyiyên seredana Wallstrom demek dirêj dihatin kirin, lê helwêstên Tirkiye yên dema dawî û bi taybet Operasyona Efrînê egera hilweşandina seredanê ne.
Li Swêdê hilweşandina seredanê, wekî helwêstêk tund a diplomasî beramberî Tirkiyê tê nirxandin. Di seredana Wallstrom de hatibûye plankirin ku, ligel Serokomar Erdogan û Wezîrê derve yê Tirkiyê Çavuşoglu re bicive.