Roja hilbijartinan nehat diyarkirin

Civîna di navbera parlemanto, hikûmet û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê yên Herêma Kurdistanê bê diyarkirina roja hilbijartina parlemantoya Kurditanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê bidawî bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka civînê ji rojnamevanan re axivî û got: “Di civîna îro de roja birêvebirina hilbijartinan nehat diyarkirin, ji ber wê jî divê nerîna aliyên siyasî bê wergirtin.”

Herwiha got: “Komisyonê karûbarên nîşan da û ev civîn bêhtir şêwirmendî bû.”

Ji aliyê xwe ve rojnamevanan pirsa şandina pereyên mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jê pirs kirin, di bersivê de Nêçîrvan Barzanî got: “Hikûmeta Iraqê ti pere neşandine, tenê ji bo banka navendî pere ji şaxa xwe ya li Herêma Kurdistanê re şandine.”