Şimşek: Di civînên Davosê de min got: Ez Kurd im
Hin pisporên Kurd anîn ziman, ger Mehmet Şimşek xwe Kurd dibîne, çima dibêje: brayên me yên Kurd, ango Kurdbûna wî qediya ye?
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şimşek di CNN Turk de diyarkir ku, di civînên Davosê li Swisre de destnîşankiriye ku, Kurd e û pirsgîrekên Tirkiyê bi Kurdan re nîn in.
Şimşek anî ziman: “Pirsgîrêka Tirkiyê bi brayên me yên Kurd re nîn e. Pirsgîrêk bi terorê re ye. Tirkiye nikare girêdayî 911 km sînorên xwe bêhêlwest be, jiber ku li wir pirsgîrêka terorê heye. Têkoşîna Tirkiye dijî PKK û PYD tîkoşînek dijî terorê ye û yasayî ye. Gava teror qediya, Tirkiye ewletir dikare li pêşeroja xwe temaşe bike.”
Mehmet Şimşek destnîşankir ku, di civînên girtî de li Davosê her aniye ziman ku, ew Kurd e.
Hin pisporên Kurd anîn ziman, ger Mehmet Şimşek xwe Kurd dibîne, çima dibêje: brayên me yên Kurd, ango Kurdbûna wî qediya ye? Ev çend sal wezîrtî ew ji Kurdîtiyê dûr xistiye, kiriye Tirk ê ku her ji Kurda re dibêjin: brayên me yên Kurd û Kurdan binpê dikin!