Çavuşoglu bi seredanek neçaverêkirî çû Tehranê
Wezîrê derve yê Tirkiyê bêyî ku berê hatibe plankirin çû paytexta Îranê Tehranê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê bêyî ku berê hatibe plankirin çû paytexta Îranê Tehranê.
Ligor Wezareta derve ya Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dê ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Wezîrê derve Cewad Zarîf re bicive.
Mijara hevdîtinan a sereke pêwendiyên dualî û babeta Suriye ye.
Piştî Operasyona Efrînê û şerê li devera Idlib û Helebê, bi taybetî bi zarê medya û berpirsên burokrat Tehran û Enqere hevûdu bi têkbirina rêkeftina tometbar kiribûn.