Di êrîşeke çekdarî de li Xaneqîn 9 welatiyên Kurd canê xwe jidest dan

Qayimqamê Xaneqîn: Piraniya ew xortên canê xwe jidest dane, Kurdê şîe mezheb in

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûçegihanê Kurdistan24ê li devera Germyan ragihand, hejmarek çekdarên nenaskirî li pêşya saloneke sertaşiyê li taxa Rizgarî li bajarê Xaneqîn, teqe li komek xort kirin û di encamê de 9 welatiyan canê xwe jidest dan û 3 welatiyên din jî birîndar bûn, ku piraniya wan Kurd in.

Piştî bûyerê ew kesên birîndar ji bo nexweşxaneya giştî ya Xaneqînê hatin veguhestin.

Qayimqamê bajarê Xaneqîn Mihemed Mela Hesen, di pêwendiyeke telefonî de ji Kurdistan24ê re ragihand, heya niha nasnameya wan kesên ku êrîş kirine, nehatiye naskirin û sedema teqekirinê jî nehatiye naskirin û, ti aliyekî berpirsatiya xwe li ser wê bûyerê ranegihandiye.

Bi gotina qayimqamê Xaneqîn, piraniya ew xortên canê xwe jidest dane, Kurdê şîe mezheb in û, piştî êrîşê rewşa ewlehiya bajar tevlihev bû û hêzên polîs li cihê bûyerê û li nav kolanên wî bajarî belav bûn.