Wezîrê derve yê Amerîka ji bo bajarê Minbic serdana Tirkiyê dike

Tirkiye bi awayekî berdewam, ji Amerîka dixwaze ku hêzên xwe ji Minbic bikişîne, daku Enqera karibe operasyoneke serbazî li wî bajarokî destpê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson û şêwirmendê ewlehiya niştimanî ya Amerîka Herbert R. McMaster serdana Tirkiyê bikin û operasyona Efrînê, gefên Enqera li ser Minbic û pêwendiyên Washington û Enqera gotûbêj bikin.

Ev çend roj in, Tirkiye bi awayekî berdewam, ji Amerîka dixwaze ku hêzên xwe ji Minbic bikişîne, daku Enqera karibe operasyoneke serbazî li wî bajarokî destpê bike.

Li ser heman mijarê, berî niha jî berpirsên pila bilind yên Tirkiyê, piştî ku artêşa welatê wan dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê kir, ragihandin ku ewê li Minbic jî dest bi operasyonê bikin û diyar kirin ku her artêşa Tirkiyê, wê êrîşî serbazên Amerîkî jî bike yên ku cilên HSD li xwe dikin.  

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f5ce5e6a-68e7-424b-b73d-b1fa2f596e92/020818SDM.ism/manifest