Biryara binçavkirina Hevseroka HDP hate dan

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara binçavkirina Hevseroka HDPyê Serpîl Kemalbayê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara binçavkirina Hevseroka HDPyê Serpîl Kemalbayê da.

Îro danê sibê Serdozgeriya Enqereyê bi tohmeta ko li dijî operasyona Efrînê nerazîbûn nîşan dane biryara binçavkirina 17 kesan dabû. Hat zanîn di nava wan 17 kesan de Hevseroka HDPyê Serpîl Kemalbay jî heye. Serpîl Kemalbay berî niha gotibû Tirkiye li Efrînê hêzeke dagirker e.

Herwiha îro li bajarê Stenbolê jî 6 berpirsên rêxistinên çep ko pêkhateyên Kongireya Demokratîk a Gelan HDKyê ne hatin girtin.