Tirkiye liser biryara Parlementoya Ewrûpa nerazîbûn nîşan da
Wezareta Derva ya Tirkiyeyê li dijî biryara Parlementoya Ewropayê nerazîbûn nîşan da û got biryara Parlementoya Ewropayê cem Tirkiyeyê bêhûkm e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derva ya Tirkiyeyê li dijî biryara Parlementoya Ewropayê nerazîbûn nîşan da û got biryara Parlementoya Ewropayê cem Tirkiyeyê bêhûkm e.
Wezareta Derva ya Tirkiyeyê bi daxûyaniyeke nivîskî ragihand ko Tirkiye bibiryarî şerê terorê dike lê belavoka Parlementoya Ewropayê ji têgihiştina vê yekê dûr e. Belavoka Parlementoya Ewropayê tenê bi rexneyên bêbingeh pêk hatiye û ti hikma wê cem Tikriyeyê nîne.
Parlementoya Ewropayê duh belovekek bi navê ``Li Tirkiyeyê Rewşa Mafê Mirovan Belav`` kiribû rexne li Tikriyeyê girtibû. Di derbarê operasyona Efrînê de jî hişyarî dabû Tirkiyeyê. Herwiha bang li hikûmeta Tirkiyeyê û PKKyê kiribû ko careke din vegerin pêvajoya aşitiyê.