HSD: Rûsya li Sûryê gellek rêketin li gel DAIŞê kiriye
Rûsya: HSD çekdarên DAIŞê tevlî rêzên xwe dike û hejmarek ji wan çekdaran jî serbest berdaye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsê ofîsa pêwendiyan di Hêzên Sûrya Demokrat de, Rêdûr Xelîl ragihand, ku Rûsya li Sûryê, serperiştiya hejmarek ji rêketinan li gel çekdarên DAIŞê kiriye.
Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de bersiva nûnerê Rûsya di Netewên Yekgirtî de da, ku gotibû: "(HSD) çekdarên DAIŞê tevlî rêzên xwe dike û hejmarek ji wan çekdaran jî serbest berdaye".
Xelîl di bersiva xwe de got: "Berî ku nûnerê Rûsî tometan arasteyî me bike, bila destpêkê behsa hejmara welatiyên xwe yên Rûsî bike ku di nav DAIŞê de bûn, Rûsya serperiştiya hejmarek ji rêketinan li gel çekdarên DAIŞê kiriye, dema ji Qelmûna rojava û Cirûdê ji bo Meyadîna Dêra Zorê hatin veguhestin".
Navhatî diyar kir, ku 12 mijdara 2017an de, wan 23 malbatên DAIŞî ku Rûsî bûn, radestî Moskoyê kirin.