YPG navendeke çekan li Ezazê diteqîne

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navendeke çekên çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê li bajarê Ezazê jinav dibin, û hejmarek ji çekaran dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) navendeke leşkerî li bajarê Ezazê jinav dibin, û hejmarek leşker û çekaran dikujin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re da zanîn, şervanên YPGê ji navçeya Şera ve navendeke leşkerî li bajarê Ezazê ku jê ve topên Hawinan bi ser herêma Efrînê ve têne avêtin armanc girtin û ew navend jinav birin, di encamê de hejmarek ji leşker û çekdar jî hatin kuştin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê amaje bi wê yekê kir, ku ev operasyon bi riya kamîreyê hatiye girtin û dê di demên pêş de belav bikin.

Herwiha da zanîn jî, li gundê Şêx Xorzê yê navçeya Bilbilê şervanên YPGê tankeke çekdaran teqandin û hejmarek ji çekdarên ku li nêzîkî wê tankê bûn jî hatin kuştin.