Artêşa Azad 500 çekdarên din dişîne Efrînê

Artêşa Azad: Ketîbeya komandos ji 500 çekdarî pêk tê û perwerdeya xwe ya serbazî bidawî aniye û wê li Efrînê şer bike

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî serkirdeyê firqeya El-Hemza ya ser bi Artêşa Azad ve, firqeya wan ketîbeyeke komandos ku ji 500 çekdarî pêk tê, û perwerdeya xwe ya serbazî bidawî aniye, ji bo şerê Efrînê hatiye şandin daku weke hêzeke piştevaniyê beşdariyê di operasyona (Şaxê Zeytûnê) de bike.

Duh jî Tirkiyê hêzeke piştevaniyê, ku ji 60 otombêlên serbazî pêkdihat ji bo sînorên Bakur û Rojavayê Kurdistanê şandibû, ew jî bi mebesta zêdekirina hêzên piştevaniyê di operasyona artêşa Tirkiyê de, ku ji 20 meha derbasbûyî de, destpê kiriye û heya niha jî berdewam e.

Di dawîn daxuyaniyên xwe de ji bo Kurdistan24ê, peyvdarê YPG li Efrînê Birûsk Hesekê ragihand, ku artêşa Tirkiyê di wê baweriyê de bû, ku ewê di hefteyekê de derbasî Efrînê bibe, lê heya niha wê nekariye armancên xwe pêk bîne û tenê 15 gund ji gundê Efrînê control kiriye.