Kurdistan24 derbasî gundekî sînorî yê Efrînê dibe

Dayikek ji gundê Basûfanê dibêje: “Em her li gund û malên xwe dimînin û dernakevin, dikevin jêrzemîn û şikeftan de. Bi şev û roj ji top û tevingan nikarin xwe bikin, lê em natirsin û her dimînin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Kemîreya Kurdistan24ê derbasî gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa bû û rewşa jiyana gundiyan şopand. Dayikek ji gundê Basûfanê dibêje: “Em her li gund û malên xwe dimînin û dernakevin, dikevin jêrzemîn û şikeftan de. Bi şev û roj ji top û tevingan nikarin xwe bikin, lê em natirsin û her dimînin.”