Hevseroka berê ya HDP Serpîl Kemalbay hat binçavkirin

Hevseroka berê ya HDPê Serpîl Kemalbay, jiber daxuyaniyên dijî operasyona ser Efrînê hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Hevseroka berê ya HDPê Serpîl Kemalbay, jiber daxuyaniyên dijî operasyona ser Efrînê hat binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, jiber daxuyanî û axaftinên Serpîl Kemalbay ku derbarê operasyona ser Efrînê de dabûn, biryara girtina wî da.

Polîsê Stenbolê, îro êriş bir ser mala Kemalbay, jiber kes li malê nebû, derî şikandin û ketin hundir û lêgerîn kirin. Kemalbay piştre li Stenbolê hat binçavkirin.

Beriya kongreya asayî ya HDPê, Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, derbarê 17 rêveberên HDPê de biryara binçavkirinê dabû û 7 kes hatibûn binçavkirin.