Çipras: Em çav liber gefên Tirkiye nagrin

Çipras diyarkir ku, sînorên Yunanistanê sînorên Yekîtiya Ewrûpayê ne û gefên hemberî Yunanistanê gef hemberî Yekîtiya Ewrûpayê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Çipras di axaftina xwe li Wezareta deryayî ya Yunanistanê de bersîva gefên Tirkiye li Deryaya Ege hemberî welatê xwe da.

Çipras destnîşan kirk u: “Niha, sibe û her dem jî peyama me eşkere ye… Yunanistan her gefek hemberî yekîtiya axa xwe, sînorên xwe yên deryayî red dike, napejirîne û çav liber nagre. Yunanistan ne welatek e ku yarî ligel bê kirin”…

Çipras diyarkir ku, sînorên Yunanistanê sînorên yekîtiya Ewrûpayê ne û gefên hemberî Yunanistanê gef hemberî Yekîtiya Ewrûpayê ye.

Serokwezîrê Yunanistanê daxwaza rêzgirtinê ya rêkeftinên navneteweyî ji Tirkiye kir.

Berî du rojan di navbeyna hêzên deryayî yên Tirkiye û Yunanistanê de alozî liser giravên Kardak derketibûn û Tirkiye gef li Yunanistanê xwaribû, ku Yunansitan dixwaze derfetê ji mijûliyên Tirkiye li deverên din bidest bixe.