Canîklî: Amerîka bi bawer e YPG li dijî PKKê şer bike

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî ragihand, Amerîka bawerî aniye ku YPGê li hemberî PKKê bide şerkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî ragihand, Amerîka bawerî aniye ku YPGê li hemberî PKKê bide şerkirin.

Wezîrê Berevanê yê Tirkiyê Nurettîn Canîklî li ser naveroka hevdîtina xwe ya digel  Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê James Mattis pirsên rojnamevanan bersivand û da zanîn ku wî di derbarê piştgirîkirina YPGê de dilgiraniyên Tirkiyeyê ji Mattîs re aniye ziman.

Herwiha Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê James Mattis jê re aşkere kiriye, Amerîka dikare YPGê ji PKKyê cuda bike. Herwiha dikare YPGê li hemberî PKKê bide şerkirin.

Canîklî amaje kir, wî cem li Mattis ti bibiryarbûnek nedîtiye ku Amerîka piştgiriya xwe ji YPGê bikişîne.