YPG: Em pêşwaziyê li artêşa Sûryê li Efrînê dikin
Rêzan Hido: Efrîn bajarekî Sûrî ye û ji mafê her kesekî Sûrî ye ku berevaniyê di ber de bike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê ragihandina YPGê Rêzan Hido ji ajansa Sputnik a Rûsî re ragihand, ku ew pêşwaziyê li berevanîkirina artêşa Sûryê di ber Efrînê de dikin.
Rêzan Hido got jî: "Efrîn bajarekî Sûrî ye û ji mafê her kesekî Sûrî ye ku berevaniyê di ber de bike".
Hido derbarê mercên ku artêşa Sûryê danîbûn beramberî derbasbûna wê ji bo Efrînê, got: "Em hêzeke serbazî ne û em ji hûrbîniyên siyasî dûr in. Eşkere jî kir, ku gotûbêjên wan bi Hikûmeta Sûryê re berdewam in û ew dixwazin bibînin ku sîstema berevaniya ezmanî ya Sûryê, firokeyên artêşa Tirkiyê jî tînin xwarê wek çawa ku firokeya Israîlî jî anîbûn xwarê".
Berî niha jî serkirdatiya YPGê ji artêşa Sûriyê xwestibû ku derbasî Efrînê bibe û li gel wan şerê artêşa Tirkiyê bike, lê Hikûmeta Sûryê merc danîbû, ku heya YPGê hemû çekên xwe radestî artêşa Sûryê neke, ew derbasî Efrînê nabin.