Çipras: Me giliyê Tirkiye li NATO û Amerika kir

Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Çipras ragihand ku, êrîşên Tirkiye li deryaya Ege hemberî Yunanistanê nayên qebulkirin û wan giliyê Tirkiye li NATO û Amerika jî kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Çipras ragihand ku, êrîşên Tirkiye li deryaya Ege hemberî Yunanistanê nayên qebulkirin û wan giliyê Tirkiye li NATO û Amerika jî kiriye.

Aleksis Çipras destnîşankir ku, kiryarên Tirkiye li derdora girava Kardak nimûneya êrîşbariya Tirkiye ye û Yunanistan bi dubarekirina van kiryaran bêdeng naming e. Herweha diyarkir ku, sînorê Yunanistanê sînorê Yekîtiya Ewrûpayê ye.