Li Munchen şanda Herêma Kurdistan û Ebadî civiyan
Duh Konfiransa Ewlehiya Navdewletî de li Munchenê li Almanya, bi beşdariya nêzîkî 600 serok, serkirde, siyasetvan, perlemantar, wezîr û berpirsên cîhanê, dest bi karên xwe kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Demekê berî niha civîna serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Munchen destpê kir.
Nûçegihanê Kurdistan24ê li Munchenê ragihand, ku di çarçoveya beşdariya wan di Konfiransa Ewlehiya Navdewletî de li Munchenê, civîna her yek ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî destpê kir û herdu alî kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj dikin".
Herwiha di dema beşdarîkirdina wan di heman konfiransî de, bi dirêjiya du rojên derbasbûyî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çendîn dîdar li gel serkirde û dîplomatkarên welatên cîhanê encam dane, ji wan jî, civînek li gel wezîrêa berevaniya Almanya Ursula Von Der Leyen û wezîrê derve yê Îtalya Angelino Alfano lidar xistin.
Duh 54mîn Konfiransa Ewlehiya Navdewletî de li Munchenê li Almanya, bi beşdariya nêzîkî 600 serok, serkirde, siyasetvan, perlemantar, wezîr û berpirsên cîhanê, dest bi karên xwe kir û sê rojan berdewam dike.