Firokeyeke Îranî bi 100 rêvîngan ket xwarê

Firokeyeke Îranî bi nêzîkî 100 rêvîngan ji ser radaran winda bû, li gorî zanyariyan, li başûrê bajarê Esfehan ketiye xwarê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Demekê kin berî niha, firokeyeke Îranî bi nêzîkî 100 rêvîngan ji ser radaran winda bû, li gorî zanyariyan, ew firoke li başûrê bajarê Esfehan ketiye xwarê.

Ajansa Mihr ya Îranî belav kiriye ku ew firoke demjimêr 5ê sibeha îro ji firîngeha Mihrabad ji Taranê ber bi bajarê Yasûc ve firriya û piştre ji ser radaran windabû.

Herwiha hat zanîn ku ew Firoke ji corê ATR-72 ye û ser bi hêla ezmanî ya Îranê ve ye.