Konsilê Tirkiyê behsa awayê dayina vîzayê ji bo welatiyên Herêma Kurdistan dike
Konsilê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê: Heger ti kêşe di pasporta wan welatiyan de nebe ku dixwazin vîzeya Tirkiye werbigirin, em di rojekê de vîzeyê didin wan
K24 - Navenda Nûçeyan
Konsilê giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karaçayi di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, ku konsilxaneya wan bi riya kompaniyan vîzeyê dide welatiyên Herêma Kurdistanê.
Hakan Karaçayi got: "Ew kesên dixwazin vîzeya Tirkiyê werbigirin, divê di destpêkê de serdana wan kompaniyan bikin".
Herwiha konsilê giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistan red kir ku ti astengiyek ji bo dayina vîzê ji xelkê Herêma Kurdistanê re hebe.