Şam û YPGê ji bo derbasbûna artêşa Sûriyê ji Efrînê re lihev kirin

Berpirsekî bilind ji Rêveberiya Xweser radigihîne, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi hikûmeta Sûriyê lihev kir, ji bo derbasbûna artêşa Sûriyê ji bajarê Efrînê re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî bilind ji Rêveberiya Xweser radigihîne, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi hikûmeta Sûriyê lihev kir, ji bo derbasbûna artêşa Sûriyê ji bajarê Efrînê re.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya ji ajansa Reutersê re ragihand, hêzên artêşa Sûriyê dê 2 rojên bê de derbasî Efrînê bibin.

Wî berpirsê Rêveberiya Xweser ti zanyariyên din derbarê derbasbûna artêşa Sûriyê ji bo Efrînê diyar nekirin.

Ji aliyê xwe ve, îşev Hevserokê Desteya Berevaniyê ya Cizîrê Rêzan Gilo ji K24ê re red kir ku ti rêkeftin ji bo derbasbûna hêzên rêjîma Sûriyê ji Efrînê re hatibe kirin.

Ji destpêka êrîşê ve, Encûmena Cibicîkar a Efrînê banga hikûmeta Sûriyê kir bi erkên xwe li hember Efrînê û parastina sînor rabin. Çend roj in hevdîtinên berdewam di navbera YPGê û aliyên rêjîma Sûriyê derbarê derbasbûna artêşa Sûriyê ji bajarê Efrînê re dibin. 

Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve ji 20ê mehê bûrî ve operasyona leşkerî ya bi navê “Şaxa Zeytûnê” bi fermî ragihandin û îro di roja 30î de êrîşa bi firoke, tank û topxaneyan li ser gund û navçeyên Efrînê berdewam e.

Di encama êrîşa artêşa Tirkiyê de û li gor Nexweşxaneya Avrînê ta niha zêdetir ji 170 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 460 jî birîndar bûne.