Teqîn li Qamişlo: 4 kuştî

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, teqînek li taxa Xerbî ya Qamişlo rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, teqînek li taxa Xerbî ya Qamişlo rû da.

Da zanîn jî, li gor zanyariyên destpêkê îşev demjimêr 21: 00 li taxa Xerbî otombîlek teqiya û 4 kesên ku tê de bûn canên xwe jidest dan.

peyamnêrê K24ê da zanîn, di encama teqînê de Mehmûd Silêman Xelef, Hena Silêman Xelef, Rîma Silêman Xelef û Yara Deysem Cilo canê xwe jidest dan.