DAIŞ 20 çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûkê dikuje
Li bajarokê Riyad yê ser bi Kerkûkê ve, şer di nav çekdarên Heşda Şeibî û yên DAIŞê de qewimî û di encamê de 27 çekdarên Heşda Şeibî, ku 8 otombêlên serbazî bi wan re bûn hatin revandin
K24 - Navenda Nûçeyan
Heşda Şeibî ragihand, ku 20 çekdarên wan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li başûrê rojavayê Kerkûkê hatine kuştin.
Peyvdarê mihwerê Bakur yê Heşda Şeibî Elî Hisênî ragihand, ku şevê din li gundê Se'idûniye yê ser bi bajarokê Riyad ve, hêzeke ser bi Heşda Şeibî ve ket kemîneke çekdarên DAIŞê de û di encamê de şerûpevçûn qewimîn.
Elî Hisênî got: Bi sedema xirabiya keşûhewayê, artêş û firokeyên cengî yên Iraqî nekarîn xwe bigehînin cihê şer û alîkariya hêzên me bikin, lê sibeha îro hêzeke Heşda Şeibî karî derbasî nav gundê Seidûniye bibe û termên 20 çekdarên Heşda Şeibî dîtin, ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.
Ev yek di demekê de ye, ku berî niha jêderekî emnî li Kerkûkê ji medya Iraqî re ragihandiye, ku şevê din li navçeya Se'idûniye ya ser bi bajarokê Riyad ve li başûrê rojavayê Kerkûkê, şerûpevçûn di navbera çekdarên Heşda Şeibî û yên DAIŞê de qewimîn û di encamê de 27 çekdarên Heşda Şeibî, ku 8 otombêlên serbazî bi wan re bûn, ketin kemîneke DAIŞê de û heya niha çarenivîsa wan nediyar e û eger heye ku hatibin revandin.
Piştî ku hêzên Iraqî di Cotmeha sala derbasbûyî de, navçeyên Hewîce, Riyad, Reşad, Zab, Ebasî û derdorên wan bê şer ji çekdarên DAIŞê wergirtin, çendîn caran serok hoz û berpirsên îdara wan navçeyan derbarê hebûna çekdarên DAIŞê li wan deveran hişyarî dane Hikûmeta Iraqê û diyar kirine ku hebûna wan çekdaran metirsiyê li ser pêşeroja parêzgeha Kerkûkê çêdike.