Lavrov: Rewşa ewleyiya Tirkiye bi pêwendiyên bi Şamê re baş dibe

Lavrov herweha diyarkir ku, ew ji daxwazên Kurdan tê digihin, ji gûmanên Tirkiye jî tê digihin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina xwe ligel Wezîrê derve yê Pakistanê Hoca Muhammed Asif konferansek hevbeş a rojnamevanî lidar xistin. Di konferansê de rewşa dawî ya Efrînê jî babetek a civînê bû. Lavrov liser pirsek rojnamevanekî da diyarkirin ku: “berjewendiyên Tirkiye û başbûna rewşa wê ya ewleyî ji pêwendiyên yekser bi Şamê re dikarin bên parastin”.

Lavrov herweha diyarkir ku, ew ji daxwazên Kurdan tê digihin, ji gûmanên Tirkiye jî tê digihin. Lê naxwaze di van babetan de berferehtir biaxife û spekulasyonan bike.

Kurdên Efrînê û rojavayê Kurdistanê Rûsya tometbar dikin ku, destpêkirina Operasyona Tirkiye pejirandiye û rê daye belafirên şerî yên Tirkiye ku Efrînê bombebaran bikin.

 

 

C.B