Tirkiye: Me nehişt milişyatên ser bi hukimeta Suriye bigihin Efrînê
Ajansa Anadolu ya Tirkiye ragihand ku “Hêzên Artêşa Tirk nehişt terorîstên nêzîkî hikumeta Suriyê derbasî nav Efrînê bibin. Firokiyên bêbelafirvan konvoya Hêzên Gelerî girtin ber agir û bordûman kirin”.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa Anadolu ya Tirkiye ragihand ku “Hêzên Artêşa Tirk nehişt terorîstên nêzîkî hikumeta Suriyê derbasî nav Efrînê bibin. Firokiyên bêbelafirvan konvoya Hêzên Gelerî girtin ber agir û bordûman kirin”.
Ajansa Anadolu herweha diyarkir ku, Artêşa Tirkiye bi mûşekan jî êrîş kiriye û milişyatên ser bi hikumeta Suriye 10 km yan berî Efrînê nekarîne pêş bikevin û bigihin Efrînê.
Her îro berpirsiyarên Tirk ragihandibûn ku, ger hukimet û hevkarên wê, ji bo alîkariya YPG li Efrînê werin deverê, Operasyona wan a Efrînê dê bidome û dê wan jî bikin armanca xwe.
C.B