“MIT û Muxaberat dicivin û di nav pêwendiyan de ne”

Ligor Çevikcan, pêwendî demek dirêj e pêkhatin e û yan yekser an jî bi navbeynkariya Rûsya û Iranê pêk tên.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevana Milliyet Serpil Çevikcan, ku berpirsa Enqere ya rojnameyê ye û xwedî pêwendiyên berfereh ligel kulisên siyasî û hewalgirî yên Tirkiye de di gotara xwe: “li pişt deriyan - pêwendiyên hewalgirî” de, têkiliyên Dezgeha hewalgirî ya Tirkiyê (MIT) û Dezgeha Hewalgirî ya Suriyê (Muxaberat) digre dest.

Ligor Çevikcan, pêwendî demek dirêj e pêkhatin e û yan yekser an jî bi navbeynkariya Rûsya û Iranê pêk tên.

Pêwendî liser berjewendiyên her du aliyan – Tirkiye û Suriye tên sazkirin, babetek girîng ji bo Tirkiye bikaranîna saheya hewayî ya Suriye ye, ku Rûsya rê da û di navbeyna MIT û Muxaberat de jî, bû navbeynkar.

Babetên liser tên rawestandin, bi taybetî ev mijar in:

Astengkirina çalakiyên terorî, astengkirina alîkariyê bo YPG

Têkoşîna lidij DAIŞ, rûgirtin liber DAIŞ ku xwe nêzîkî sînorên Tirkiye neke

Xebata ji bo ewleyiya xelkê

Rêgirî liber penaberiyê

 

C.B