Perlemana Iraqê dixwaze bêyî Kurdan pirojeyasaya budceyê pesend bike
"Heger pirojeyasaya budceyê bê rezamendiya Kurdan were pesendkirin, wê demê du rê li ber Kurdan hene, yan berê xwe bidin dadgeha federalî, yan jî xwe ji piroseya siyasî li Iraqê bikişînin".

K24 - Navenda Nûçeyan
Biryar e îro Perlemana Iraqê ji bo dengdanê li ser pirojeyasaya budceya giştî bicive û deng li ser maddeyên mayî ji pirojeyasayê bide.
Li gorî zanyariyan, heger pirojeyasaya budceyê bê rezamendiya Kurdan were pesendkirin, wê demê du rê li ber Kurdan hene, yan berê xwe bidin dadgeha federalî, yan jî xwe ji piroseya siyasî li Iraqê bikişînin.
Roja pêncşema derbasbûyî, Perlemana Iraqê bêyî beşdariya Kurdan, pirojeyasaya budceyê xist dengdanê û 12 madde hatin pesendkirin, lê firakisyonên Kurdistanî ew maddeyên bêyî amadebûna wan hatine pesendkirin, red kirin.
Budce yek ji kêşeyên serekî yên di nav Hikûmeta Herêmî Kurdistan û Hikumeta Iraqê de ye, bi taybet piştî ku salî 2014an de, bi biryara serokwezîrê Iraqê, ji bo fişarê li Herêma Kurdistanê bike, beşê budce û mûçeyê fermanberan û karmendên Herêma Kurdistanê hat birrîn û heya niha jî ew kêşe çareser nebûye.
Ji bilî pirsa budce û mûçe, Hikûmeta Iraqê çendîn kêşe û sizayên din jî li ser xelkê Kurdistan sepandiye û herdu firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê, geştên navdewletî qedexe kiriye.
N.O