Macron: Em dixwazin bernameya mûşekî ya Îranê rawestîn in
Macron ragihand, Fransa, Brîtaniya û Amerîka planek ji bo rawestandina programa mûşekî ya Îranê heye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransa eşkere kir ku, Fransa û hevpeymanên xwe mijûlî encamdan a hejmareke kar in da ku programa mûşekî ya Îranê rawestîn in. Tekez kir ku, Parîs ji bo vê yekê jî li pey danûstandina digel Tehranê ye.
Macron di daxûyaniyekê de li avahiya Rêxistineke Cihû li Fransa ragehand, wan, Brîtaniya û Amerîka planek ji bo rawestandina programa mûşekî ya Îranê heye, jibo vê mebestê jî ew mijûlî encamdan a hin karan e.
Serokê Fransa ragihand, ew di wê derbarê de danûstandinek dûr û dirêj digel Serokwezîrê Israîlê Benjamîn Netanyahu hebû, û daxwaz kir, ji bo gihiştina armancan jî, divê hemû alî, ku yek ji wan Îran e danûstandinan bikin.
C.B