Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê şikand

Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên Sûrî yên ser bi wê ve îro û berî cejna Newrozê êrîşî yek ji sembolên dîrokî, kelturî û çandî yên Kurdî li Efrînê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên Sûrî yên ser bi wê ve îro û berî cejna Newrozê êrîşî yek ji sembolên dîrokî, kelturî û çandî yên Kurdî li Efrînê kir.

Îro ji danê sibê ve  Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên Sûrî yên ser bi wê ve derbasî nava bajarê Efrînê kir û berî her tiştî êrîşî peykerê Kawayê Hesinkar yê ku wek semoleke qehremanî û berxwedana li dijî stem, zordariyê û rizgariya gelê bindest e, kir.

Sivikirin û şikandina peykerê Kawayê Hesinkar, ku ti pêwendiya wî bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nîn e. Ev yek di demekê de ku netewa Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û seranserî cîhanê pêşwazî li sersala nû û cejna netewî Newrozê dike.

Mîlîşya li dora peykerê Kawayê Hesinkar kom bûne û hewla şikandina wî didin
Mîlîşya li dora peykerê Kawayê Hesinkar kom bûne û hewla şikandina wî didin

Ajansa “Reuters” li ser şikandina peykerê Kawayê Hesinkar nivîsî: “Kawayê Hesenkar kesayetiya sereke ji dastana Newroza Kurd re ye.”

Di daxuyaniyekê de jî, navenda medyayî ya Efrînê nivîs: “Şikandina peykerê Kawayê Hesinkar, binpêkirina aşkere ji dîrok, keltur û çand Kurdî re ye.”

Şikandina peykerê Kawayê Hesinkar yê li Efrînê di tûra civakî de rastî karvedaneke mezin ya nerazîbûnê hat û ew yek bibîr anî, ku ji ber xiyanetiya beşek ji berpirsên YNKê di roja 16ê Cotmeha 2017an de, mîlîşyayên Heşda Şeibî û Heşda Tirkmenî hewl dan peykerê Pêşmerge yê li deriyê bakarê Kerkûkê bişkînin û li şûna ala Kurdistanê, ala Iraqê bi wî peykerî ve daliqînin.

Peykerê Pêşmerge berî xiyanetiya 16ê Cotmehê
Peykerê Pêşmerge berî xiyanetiya 16ê Cotmehê

Çalakvanên tûra civakî amaje bi wê yekê dikin, di her du rewşên dagîrkirina Kerkûk û Efrînê de, civaka navdewletî û welatên bihêz bêdeng bûn û ti helwestek diyar nekirin.

Artêşa Tirkiyê bi beşdariya 40 hezar leşker û ligel zêdetir ji 25 hezar çekdarên mîlîşyayên îslamî di roja 20ê Çileya 2018an dest bi êrîşkirina li ser herêma Efrînê kirin, ku di encamê û ta niha zêdetir ji 280 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 680 welatiyên din jî birîndar bûn û zêdetir ji 150 hezar kes jî koçber bûn.

Di van 58 rojên êrîşa li ser Efrînê de û ta niha ti hewleke civaka navdewletî ji bo rawestandina êrîşê û parastina sivîlan nehat kirin, tevî ku ji 24ê meha Sibata bûrî ve agirbesteke 30 rojî li tevahiya Sûriyê ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve hatibû ragihand, lê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê berdewam bû.

Şikandina peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê / 18.03.2018
Şikandina peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê / 18.03.2018

 

S. B