Lufthansa û EgyptAir dest bi seferên Kurdistanê dikin
Şîrketên mezin ên esmanî yên Almanya Lufthansa û ya Misrê EgypAir ragihandin ku, di 26-27ê Adarê de dest bi seferên xwe yên paytexta Kurdistanê Hewlêrê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şîrketên mezin ên esmanî yên Almanya Lufthansa û ya Misrê EgypAir ragihandin ku, di 26-27ê Adarê de dest bi seferên xwe yên paytexta Kurdistanê Hewlêrê dikin.
EgyptAir diyarkir, di 26ê Adarê de ji Belafirxaneya navdewletî ya Hêwlêrê dest bi seferên xwe dike û yekem sefer dê di navbeyna Hewlêr – Viyana de bin.
Di destpêkê de EgyptAir di hefteyê de 7 sefer hebin, lê di pêşerojê de sefer tên zêdekirin.
Lufthansa seferên xwe 27ê Adarê destpêdike û di hefteyê de di destpêkê de 2 sefer di hefteyê de hebe.
C.B