li Stenbolê 8 rojnamevan hatin binçavkirin

Hikûmeta Tirkiyê ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî qeyum danî û 8 xebatkarên rojnameyê binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê ji bo rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî qeyum danî û 8 xebatkarên rojnameyê binçav kirin.

Polîsê Tirkiyê li navçeya Beyoglu ya Stenbolê, êriş li avahiya rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî (Demokrasiya Azadîxwaz) û çapxaneya rojnameyê kir. Di operasyonê de 8 xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin.

Lêgerîna polîsan heta berdestê sibê berdewam kir. Pişt re jî fermanberekî Fona Sîgortayê bo rojnameyê wek qeyum hat danîn.

Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nêzîkî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê dîtin.

Li gor platforma Hevgirtina Rojnamevanên Girtî, li Tirkiyê 212 rojnamevan di zîndanê de ne.