Erdogan: Ger Iraq PKK ji Şingalê dernexe, em dê Operasyonê bikin
Erdogan, dema ji serdana xwe ya Ewrûpayê vedigeriya di firokeyê de bersîva rojnamevanan da
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan careke din gefa Operasyonê li dijî Şingalê dike û radighîne: ger hêzên PKK ji Şingalê venekşin, ew dê operasyonan encam bidin.
Erdogan, dema ji serdana xwe ya Ewrûpayê vedigeriya di firokeyê de bersîva rojnamevanan da û got, ger Iraq hêzên PKK ji Şingalê derbixe, ev yek cihê keyfxweşiyê ye. Lê, ger wan ji wê deverê dernexîn e, ew dê dijî Şingalê, ku 60 km yan dûrî Tirkiyê ye operasyonan encam bidin.
Hebûna PKKyê ya li Şingalê di navbeyna Tirkiye, Iraq û PKKyê de bûye gengeşeyek sereke û ser hev daxûyanî tê dayîn û biryar tên girtin.
Rojnameya El Erebî El Cedîd ya nezikê Katarê eşkere kir ko Hikûmeta Iraqê Komalgeya Xanasorê ji destê hêzên PKKyê wergirtiye û niha leşkerên Iraqê û Heşdî Êzîdî ketine nav Xanesorê. Herwiha wêneyên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî û alên PKKyê li sernaserê Sinorê Qezaya Şingale anîne xwarê.
C.B