Newzad Hadî bi fermî daxwaza lêbûrînê li mamosteyekî kir

Parêzgarê Hewlêrê bi fermî daxwza lêbûrînê ji mamosteyekî kir, ku di dema xwepêşandana roja 25ê Adarê de, bêrêzî lê hatibû kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, bi fermî daxwza lêbûrînê ji mamosteyekî kir, ku di dema xwepêşandana roja 25ê Adarê de, bêrêzî lê hatibû kirin.

Li gorî daxuyaniyeke parêzgeha Hewlêrê, ku wêneyekî wê bi dest Kurdistan24ê ketiye, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, pêşwazî li wî mamosteyî kiriye û ji bilî şermezarkirina ew bêrêziya ku li beramberî wî hatiye kirin, bi fermî jî daxwaza lêbûrînê ji wî kiriye.

Piştî xwepêşandana 25ê Adarê, vîdyoya lêdana wî mamosteyî li ser torên civakî belav bû, vê yekê dilgiraniyeke mezin li cem xelkê çêkir.

Her li gorî wê daxuyaniyê, parêzgara Hewlêrê soz daye, ku hemû tedbîrên yasayî bistîne ji bo sizadana wan herdu kesên ku li wî mamosteyî dane.

N.O