MIT a Tirkiyê Operasyon li Kosova kir
Dezgeha hewalgirî ya Tirkiyê (MIT) di encama Operasyonekê li welatê Kosova 6 endamên Cemaeta Hizmet a Fethullah Gulen revand
K24 – Navenda Nûçeyan
Dezgeha hewalgirî ya Tirkiyê (MIT) di encama Operasyonekê li welatê Kosova 6 endamên Cemaeta Hizmet a Fethullah Gulen revand.
Vê bûyerê bandorek mezin li siyaseta navxweyî ya Kosova kir û Serokwezîrê Kosova Ramush Haradinaj, Wezîrê Navxweyî, herweha Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Kosova ji kar dûrxist.
Dezgeha hewalgirî ya Tirkiyê (MIT) her 6 endamên Cemaeta Hizmet ba navên: Cihan Ozkan, Kahraman Demirez, Hasan Huseyin Gunakan, Mustafa Erdem, Osman Karakaya û Yusuf Karabina, bi belafirek taybet anî Tirkiyê û Ajansa Nûçeyî ya Dogan wêneyên wan endamên Hizmet jî weşand.
Ev yekem car e MIT li welatek Balkan Operasyonek weha encam dide.
C.B